Divê 1ê Gûlanê roja çîna karkeran be! Ne ya xulamên burjuvayê. Yên kesên ku ji bo bijîn hewcedarên xebatê ne. Ne ya bicîhawazan. Yên kesên di şofê de hatiye şandin kargehan, di şer de li enîyan. Ne ya li ser serê wan. Yên kesên di her qeyranên mezin de tekoşînê betal dikin qet û qet nîne.
1ê Gulanê bi piştgirîya navnetewî derket holê. Kesên çîka tekoşîna xebata 8 seet roja kar veda penaberan bû. Şehîdên Haymarketê ku navê wan bi 1ê Gûlanê re yek bûye, hema hema tev karkerên Almanî yên li Amerîkayê nezayî bûn. 136 sal berî jî xulamên sermiyan penaberan wek dizek, bêyomî, bêehlaq û nijdevan pênase dikir û vê virê di nav gel de belav dikir; sînorên netewî û qontrol kirina penaberîyê diparastin.
Sûrî, Efxanî, Pakîstanî… Jin û mêr hemû penaberan re mafê hevwelatî! Penaber tu caran nebûne sedema xizanî, bêexlaqî û tundî; tim sermiyan bûye. Di dîrokê de tevgerên ku xwe navê sosyalîzmê ji xwe re kirine sitargeh û karkerên penaber wek dijmin nîşan dane, ser gunehên sermiyan girtine û xwestine ku karkerên amade bavêjin pişta dewletê. Îro jî rewş ne cuda ye. Berevajî wî, îro tevgerek ku hemû penaberên kedkar wek birayê çînî dibîne, bi wan re parastina wek-mafîbûnê dike, dibe jehrkuja nokerîyê.
Di sala 1889 de Kongreya Damezrandina Înternasyonala Duyemîn ji bo xebata 8 seet roja kar partî û sendîkayên pêwendar 1ê Gulanê de vexwend grevê. Herweha 1ê Gulanê di cihanê de bû roja tekoşînê. Îro rewş berevajîyê wî ye. 1ê Gulanê di rojevên netewî de tê asê kirin, karker bi demagojîya berjewendî yên netewî tên xapandin.
Dawî li dagirkirîyê! Kesên qala piştgirîya navnetewî ya karkeran dikin, nikarin ji serîhildana Kurdên ku di welatê xwe de bindest in re bêdeng bimînin. Dewletek dagirker helbet ew ê çîna karkera netewa xwe jî biçewisîne. Nexwe divê pêşî dev ji qebûl kirina sînorên dewletên netewî yên îro xweza û nayguhertin berdin. Di 1ê Gûlanê de dengê xwe bilind bikin ku em hebûna dewleta dagirker qebûl nakin.
Divê di 1ê Gûlanê de karker qaweta xwe bibîne, nîşan bide! Ji xeynî çîna karker tu çîn nikare li hemû navendên welatê û li çar alî dinê heman demê de û di dozek hevpar de tev bigere. Wateya dirûşma ya “Hilberîner em in wê rêvebir jî em bin!” ev kapasîteya birêxistinbûnê ye. Lêbelê îro bi navê “xebata çînê” propagandaya neçarîyê bêtir tê kirin. Bangên “Birêxistin bin”, “Têbikoşin” tenê bi armancek siyasî watedar dibe.
Nikarin bêjin “dê kedkar hikûmetê biqewrîne!” Kesên ku wêjeya bêqawetiyê dikin, herî zêde wexta mijar hikûmet be kifş dibin. Yek jî, ji nava wan nikare derkeve û bibêje “ancax dê kedkar vê hikûmetê hilweşînin.” Wexta teng dibin, xwe dispêrin rastiya giştî û dibêjin “Pirsgirek pirsgireka pergalê ye, lewra hikûmeteke din jî bê dê zext û gendeliyê bidome.” Lê birastî dixwazin tiştekê din bibêjin: “Em nikarin berpirsa herî mezin yê vê zext û kedxwariyê, hikûmetê ji cîhê wê bixin ji ber ku em bê qawet in. Lewra jî divê em bi vê mijarê re zêde mijûl nebin. Em nekevin xeyalan, rizgarbûna ji vê hikûmetê ne karê karkeran e lê belê karê sermiyandaran e. ‘Ji bo demokrasiyê’, ‘ji bo ku em dawî li rejîma yek-zilamî bînin’, ‘bi domandina muxalefetê’, xeta ku Tifaqa Miletê xez kiriye em piştgiriyê bidin.” Em ji bo van derewan zik têr in.
Demokrasiya ku çîna karkeran hewce dike di nav qalibên burjuwazî de bi cîh nabe! Demokrasî ew e ku hemû astengiyên li hember birexistinbûna sendîkal bê rakirin û hemû kedkarên -yên gelemper jî tê de- karibin grevê bikin. Di demokrasiyê de divê hemû penaber bibin hemwelatî. Demokrasî pewist dike ku tu ji her bosteke axê ku te dagirkiriye vekişî. Dîsa pewîst dike tu ji Silivriyê heya Îmralîyê, hemû girtîyên siyasî bêne berdan. Demokrasî pewîst dike ku hemû dezgehên paşverû, ji Dîyanetê heya burokrasiya çekdar bêne hilweşandin. Dîsa pewîstiya demokrasiyê ew e ku hemû peymanên bi dewlet û tifaqên paşverû re hatine çekirin, ji NATOyê heya Platforma Astanayê, ji DYAyê heya bi Rusyayê re ji gel re bêne vegotin û dû re jî bêne betalkirin.
Meclîsa damezrêner ji bo makezagona demokratîk! Makezagona 12 Îlonê bi her derên xwe weke boxçika pînekiri ye û ne pêkan e ku serast bibe. Ne mimkun e ku bi nostaljiya “Pergala Bihêzkiri ya Parlamenter”ê ev makezagon pêş ve here. Karker û kedkar hewceyî makezagoneke nû dikin da ku ev makezagon wek dokumenta heq û azadiyan bê qebûlkirin. Bila kes xeyal neke ku ev makezagon bi partiyên burjuwazî re, mil bi milî tê çêkirin. Makezagoneke nû ancax bi meclîseke damezrêner ku zagonên û dezgehên kevn qebûl nake re tê çêkirin.
Pêşî hikûmet! Di rêya demokrasiyê de şartê destkeftiya herî piçûk ji şûn daxistina Erdoğan e. Kesên ku piştgiriya didin xebata hilbijartinê ya şoven ya Tifaqa Miletê dê gelekî benda “tecelliya vîna millî” bimînin. Dawî lê anîna Tifaqa Cumhurê ancax bi seferberiya kedkaran ya girseyî re pêkan e.
Kesên ku nikarin bêjin şoreş, şovenîzmê mezin dikin. Yên ku xeyalên rizgarbûna ji hikûmete bi saya partiyên sermiyan belav dikin, li hember polîtîkayên dagirker yên dewleta xwe bêdeng in û dibin amûr di destê kesên ku dixwazin çîna karkeran weke Sûriyeyî, Efxan an jî Tirk dabeş bike.
Bes rêyek, şoreş! Ji bo dawî lê anîna dagirkeriyê, şoreş pewîst e. Ji bo makezgonekê ku bibe dokumenta azadiyên polîtîkî şoreş pewîst e! Ji bo meclîsa damezrêner şoreş pewîst e! Ji bo rizgarbûna ji vê hikûmete şoreş pewîst e.
Em hesabên sosyalîstên burjuwazî û sosyal-şovenîstan xera bikin. Berevajî kesên ku ji bo çîna karkeran siyaseta bêqawetiyê rewa dibîne, teslîme şovenîzmê dibe, em 1ê Gulanê li gor prensibên têkoşîn û piştevaniya yekbûyî ya navneteweyî ku babetî wê rojê ye pîroz bikin.
BİJÎ YEK GÛLAN!