(30 Adar 2019)

Ev nivîs di bijarteka yekem a rojnemaya KöZê de hatiye weşandin. 

Di 22 Çileyê 1946an de li Qada Çuwarçira di dîroka Kurdan de bûyerek girîng qewimî. Li bajarê Mehabadê, Komara Mehabadê hate îlan kirin. Ala bi rengê kesk û sor û zer, Ala Rengîn, bi îlan kirina komarê ve hate erêkirin; îro jî wek Ala Kurdan tê qebûl kirin. Wê roja pîroz û coş, qad ji alîye zarok û mêran ve tijekirî bû; jinên Kurd jî derketibûn serban û pacerê yên xanîyan. Pêşewa Qazî Mihemed bi van gotinan komarê îlan kir: “Niha Komara Kurdan a serbixwe hatiye sazkirin.” Di axaftina xwe yên 15 xulekan de sipasîyên xwe pêşkêş kir bo Sovyetan û daxuyanî da ku dê bi Komara Azerbaycanê re di nav piştgirîyê de be. Axaftina Pêşewa Qazî bi dengên tivingan re dawî bû.

Komara Mehabada Kurd, bêguman ne diyarîya şertên objektîf bû, ew encamê tekoşîna rêxistinên Kurdên li ser doza xwe û ên Komela(Hêvî) bû:

“Ew bo dîyarkirina armancên xwe ji derve tu îlhamek negirtibûn. Ji ber ku li ser vî mijarê bi sala fikirîbûn; van ramanên xwe bi axaftinên nav xwe û bi kevneşopên xwe pêşxistibûn. Axirê, bo doza xwe ên netewî biryara avakirina komelek dan.

Digel vê ramanê, ji Kurdên İraqê, ku ji alîye sîyasî bêhempa bûn, şêwirê xwestin. Dawîya şêwrê de, bersiva Kurdên İraqê berêvara heman rojê bi destê Serwan Mîr Hac ve hat.” (Mehabad Kürt Cumhuriyeti, II. Baskı, Köln Almanya, 1989, Komkar Yay., s. 83 – Komara Mehabada Kurd, Çapa duyemîn, Koln Almanya, 1989, Weşanên Komkar, r. 83)

Komela, 16 Îlona 1942an de, bi însiyatîfa 15 kesan ve hate sazkirin. Komel bo domandina hebûna xwe û berfirehkirina derfetên xwe bi Yekîtîya Sovyetan re ket têkîlîyê.

Lê, dijî Komara Mehabadê hin bertekan derket holê ji ber sazkirina wê ya serbixwe. Qazî Mihemed, ji Serokê Azerbaycan Cafer Peşvarî û wezîfedara Yekîtîya Sovyetan General Atakşiyof re bersiva bertekan wiha da: «Komîserê Sîyasîya Sovyetê Yarmakof yên Tebrîzê, berî 22a Çile armanc û mebesta Kurdan dizanibû. Herweha Yarmakof, merasîma îlan kirina Komara Mehabadê, li nêzî Qada Çuwarçira ji ereba xwe temaşe kir.»

Lê ev bersiv têr nekir, 2 meh şûnde, di Adara 1946an de, hate pêşkêş kirin ku tu kes destûr nedaye Kurda bo damezrandina hikûmetên xwe, divê Kurd xwe wek parçeyek Komara Azerbaycana Serbixwe qebûl bikin, girêdayî vî komarê ve nîv-serbixwe bibin û bi vî awayî bertekan xwe domandin. Li ser vê yekê li Tebrîzê serokên Kurdan ku ji bo hevdîtinê li wir bûn daxûyanîyê dan:

“Hûn Rûsan ji me pêştir in. Ji ber vê yekê divê em bi ya we bikin. Lê hûn teslîm bûna me bixwazin li dijî milletek ji alî çandê de ji me ne zêdetir e, tu sedemek nîne em serê xwe bitewînin. Ji xeynî vê, heke hûn bêjin divê Kurd ji ber zeîfbûna xwe di bindestê dewletek mezin be, bila dîsa bindesta dewleta Îranê de bimîne, dê çêtir be.”(age, r. 83) Li ser vê bersivê wezîfedar neçar man, komarê qebûl kirin û daxuyanî dan«Kurd dikarin hikûmetek gor xwe ava bikin.»

Lê mixabin ev daxuyanî ne bes bû bo domandina piştgirî û hebûna Komara Mehabadê. Sîyasetê ku Yekîtîya Sovyetan dişopandin «Her tişt bo hebûna Sovyetan» wan bêparastin dihişt li dijî êrîşên Îngiltere û Amerîkayê. Ji van êrîş ên dijî Sovyetan ji xeynî Komara Mehabadê hin hikûmetên din jî tesîr jê girtin. Yekîtîya Sovyetan ji Komara Azerbaycanê jî piştgirîyê xwe kişand. Komara Azerbaycan û Komara Mehabad di Berfanbara 1946an de ji alîyê dagirkera Îranê ve dîsa hate dagir kirin. Ji alîyê Qazî Mihemed, PDK û hêzên eşîran li Komara Mehabadê tu serîhildanek neqewimî, ji ber ku Sovyetan hewldidan ku amadekirina êrîşê asteng bikin û ji aliye Qadî û PDK peşnîyara Mistefa Barzanî ya têkoşînê dijî dagirkeran nehat qebul kirin.

Li ser vî yekê Barzanî, li ser sînora Tirkiye û İraqê biryara domandina şer da û bi Îranê re ket têkoşînê. Van pevçûnan de Îran paş ve dima. Barzanî bo Qazî Mihemed û Kurdên din ji zindanê derxîne amadekirî dikir. Lê mixabin ji ber bûyerek neyînî amadeyî betal bû.

“Leşkerek ji Barzanîyan, wexta ji gundeki derbas dibe banga serokên eşîran Mamaşê dike ku çekên xwe teslîm bikin. Armanca vî bangê asteng kirina êrîşê dijî meşa Barzanîyan e. Kurekî Mam Hiseyn ferman da eşîra Mamaşê bo çekên xwe teslîm bikin. Birazyê Mam Hiseyn debançe yên xwe kişand an jî ji Barzanîyan yek bi xeletî femkir. Li ser vê yekê ji Barzanîyan leşkerek tivingê xwe berda û ji eşîra Mamaşê 11 kes hat kuştin. Yek ji wan jî ji eşîra Aşayîra birayê Elî Begê Îbrahîm bû.

Tevgera Barzanîyan rûmetê xwe wenda kirin ji ber vê bûyer bû sedem ku eşîr dijminatiya Barzanîyan bikin.

Ji ber vê yekê amadeyîya Barzanî ket xeterê. Di wan deman de hemû kes peyandina Barzanî texmîn dikir.” (age,s.274)

Yekîtîya Leşkerên Îranê bi 12 heb balafira sîvîlan bombebaran dikirin, şerê nav Îran û tevgera Barzanî roj bi roj girantir dibû. Di vî şerê de her çiqas sîvîl bihatina kuştin jî, şervan bûna Barzanî bal dikişand û ev rewş Barzanî xurttir dikir. Lê serbazan, mala Barzanîyan û Şêx Ehmed dixwest ku vegerin İraqê ji ber ku gor wan dê ev şer tu encamek nede.

“Mele Mistefa Barzanî şîreta li wan dikir ku dev ji van ramanên xwe yên ehmaqî berdin. Mixabin eşîran di 18 meh e di nav şer de bûn û bes dixwastin şer û koçerîya wan dawî bibe.”(age, s.277)

Tevgera Barzanî heta 17-18ên Avrêlê di nav şer de ma û dawîya dawîn vegeriyan İraqê.

Di sala 1947 roja dawîn a adarê, berdestê sibê saet 3an de, heman qad yên ku komar hatibû îlan kirin, li Qada Çuwarçira, 3 şervanên Kurdên ku dîsa wextê îlan kirina Komara Mehabadê de li vî qadê bûn; Qazî Mihemed, birayê wî Qazî Sedrî û pismamê wî Qazî Seyfî. Lê vê carê dîrok li ser vî qadê 14 meh şûnde têkçûna Komarê û berdarkirina serokên wê dinivisand.

Şewata Qada Çuwarçirayê Divê Pêşerojê Ronî Bike 

Divê Hemû Kes Ji Mehabadê Dersa Xwe Bigire 

Her sal salvegera Komara Mehabadê, ji nav toz û dumana Newrozê naye dîtin. Li ser vê axê de yên ku dora vî dozê civîya ne jî, cihê Çileya 1946a li ba wan tenê di nav kovarên çand û hunerê de rupelek e: “Yekem awaza operetê ji Mehabadê derketiye.” Ne tenê li bakurê welat, li rojhilatê jî damezrandina Komara Mehabadê û bûyerên li wir qewimîbû li ber çava nînbû. Ji ber ku bala xwe bidana van bûyeran dê mecbur bimana dersên sîyasî bo tevgerên xwe biderxistina û gavên xwe jî li gor van dersan biavêtina; lê ku van tişta bikin hebûna wan ê sîyasî dê pûç bibe. Wekî din divê dê erka Sovyetan jî bihata nirxandin, lê ev jî hêsanîyek ji destê wan bistenda; nirxandina bûyera ji ser kesa. Îro hêj pirsgirêka nirxandina xwe û dîroka xwe wek kevneşopek cih nebûye. Û bi rastî, ev tenê pirsgirêka vê erdnigarê nîne.

Divê Mehabad bê nirxandin bo avakirina sîyasetek biserûber. Bitaybetî li vî welatê, ji bûyerên dawîn fehm dikin ku ev nirxandin wek divêtin xwe nişan dide.

Îro yên ku pirsgirêkên bikaranîna zimanê zikmakî, bidestxistina mafên çandî derdixin pêş û biryara piştgiriyê komara demokratik dane; yên ku vî biryarê wek dest jê kişandina şer dibinin û yên ku dîroka têkoşîna Kurdistanê tenê ji ser PKK û bakurê dixwînin heman kes in.

Ji ber ku nirxandina Mehabadê dê sîyasetmedaran acizbike, wî wek ji tunne dihesibînin; maxwene sedem ne ramana damezrandina Mahabadê ye ne jî kurtbûna temenê wî ye.

Ji bo komunîsta nirxandina Mehabadê girîng e. Komuna Parîsê demek kurt û sînorkirî domîye lê dîsa jî naye nebînatî, divê Mehabad jî, meziniya wî an kurtbûna wî çi be jî, heman girîngahî bibine.

Wekî ku Komuna Parîsê ser destê Blanquîst û anarşîsta bilind bûye, Mehabad jî ji eşîran pêk hatiye, lê her dû jî divê bê xwedî derkevin.

Mehabad girîng e. Çimkî di sala 1917an de, her çiqas kêmasîyên wê hebe jî, Şoreşa Cotmehê bi destê şoreşgerên ku Komuna Parîsê ji xwe re kiribûn nexş pêk hat. Yên ku bo doza rizgarbûna netew dixebitin jî divê pirsgirêkên xwe wek girtina mafên çandî nebînin; bi awayekî sîyasî nêzîk bibin û bizanibin ku vê pirsgirêka avabûna dewletek e. Û di dîroka Kurdan de yên ku gihîştiye asta herî bilind Komara Mehabadê ye.

Damezrandina Mehabadê de helbet tesîra valahîya ku Şerê Cîhanê ya duyemîn vekiribû, ji ber zêdebûna bandorên Sovyetan; hilkişandina hêzên Îranê, têkoşîna Şêx Mehmud Barzanî di 1920an de li Kurdistana Başûr dijî Îngîlîza daye, bayê Azerbaycana azad û serbixwe jî heye. Lê ji xeynî van sedeman, îradeyek sîyasî bo doza xwe ji van keysan nexşa rê çêdikir. Di damezrandina Mehabadê de bandorên rêxistinên eşîran jî, Komela û Hêvî jî gelek girîng e.

Çawa ku di damezrandinê de ev îradeyên sîyasî rolek mezin girtibe, di hilweşandina wê de jî heman girîngahî balkeş e. Ji ber ku serokatî giranîyê dabû ser têkilîyên dîplomatîk, di bin bandorên van guhartinan de ma.

Tu partiyek Kurdperwer nîne ku serpêhatiya Mehabadê ji xwe re kiribe rêber. PDK ji ser vê tevgerê bilind bûbe jî ji bûyerên dawîn fêm dikin ku tu têkilîyên wê û Mehabadê nîne.

Divê Mehabad wek rênîşandar be da ku Kurd pêşkevin. Yên ku çareserîyê di mafên çandî de an jî di federasyonê de dibînin dê tu caran nakevin pêş. Erkên komunîstan tenê qalkirina vê dîrokê an jî aqildana der û dora nîne; divê di pêvajoyê damezrandina Mehabadê de nerîna Sovyetan jî bê nirxandin û rewşa enternasyonal di bandora vê pêvajoyê de çawa bû bê fêmkirin. Her wiha, berî Mehabadê, di bûyera Mistefa Suphîyan de Sovyet piştgirî dabû Mistefa Kemal. Komara Tirkiyeyê jî vê piştgirîyê hêz girt û ser Kurdan û Ermenîyan sîyasetek zordestî domand.

Lê ev jî bes nîne; komunîstên vî welatê divê şûna sûcdar kirina tevgera Kurd, barê sîyasetên dijî şer û tunneyîna enîyek nû bidin ser milên xwe.

Heta ku van tiştan neyê bi cih kirin, ne gelê Kurd û ne jî gelên din wê ewle nebin. Ji bilî vê, sazkirina tevgerek vî rengî xizmeta diyarkirina cudahîyên navbera sîyaseta komunîst û burjûvayê deyne li ber çavan.