Komara Mehabada Kurd, bêguman ne diyarîya şertên objektîf bû, ew encama tekoşîna rêxistinên Kurdên li ser doza xwe û ên Komela (Hêvî) bû. Komela, 16 Îlona 1942an de, bi însiyatîfa 15 kesan ve hate sazkirin. Komel bo domandina hebûna xwe û berfirehkirina derfetên xwe bi Yekîtîya Sovyetan re ket têkîlîyê.
Lê, dijî Komara Mehabadê ya serbixwe hin bertek derketin holê. Qazî Mihemed, ji Serokê Azerbaycan Cafer Peşvarî û wezîfedara Yekîtîya Sovyetan General Atakşiyof re bersiva bertekan wiha da: «Komîserê Sîyasîya Sovyetê Yarmakof yên Tebrîzê, berî 22a Çile armanc û mebesta Kurdan dizanibû. Herweha Yarmakof, merasîma îlan kirina Komara Mehabadê, li nêzî Qada Çuwarçira ji ereba xwe li meydanê temaşe kir.» Lê vê bersiv têr nebû, 2 meh şûn de, di Adara 1946an de, hate pêşkêş kirin ku tu kes destûr nedaye Kurda bo damezrandina hikûmetên xwe, divê Kurd xwe wek parçeyek Komara Azerbaycana Serbixwe qebûl bikin, girêdayî vî komarê ve nîv-serbixwe bibin û bi vî awayî bertekan xwe domandin.
“Hûn teslîm bûna me bixwazin li dijî milletek ji alî çandê ve ji me ne zêdetir e, tu sedemek nîne em serê xwe bitewînin. Ji xeynî vê, heke hûn bêjin divê Kurd ji ber zeîfbûna xwe di bindestê dewletek de mezin be, bila dîsa di bindestê dewleta Îranê de bimîne, dê çêtir be.”(age, r. 83) Li ser vê bersivê wezîfedar neçar man, komarê qebûl kirin û daxuyanî dan: «Kurd dikarin hikûmetek li gor xwe ava bikin.»
Sîyasetê ku Yekîtîya Sovyetan dişopandin «Her tişt bo hebûna Sovyetan» ew bêparastin dihiştin li hemberî êrîşên Îngiltere û Amerîkayê. Ji ber van êrîş ên li dijî Sovyetan, ji xeynî Komara Mehabadê, li ser hin hikûmetên din jî tesîrek nebaş kir. Yekîtîya Sovyetan ji Komara Azerbaycanê jî piştgirîyê xwe kişand. Komara Azerbaycan û Komara Mehabad di Berfanbara 1946an de ji alîyê dagirkera Îranê ve dîsa hate dagir kirin. Ji alîyê Qazî Mihemed, PDK û hêzên eşîran li Komara Mehabadê tu serîhildanek neqewimî, ji ber ku Sovyetan hewldidan ku amadekirina êrîşê asteng bikin û ji aliye Qadî û PDK peşnîyara Mistefa Barzanî ya têkoşînê dijî dagirkeran nehat qebul kirin.
Li ser vî yekê Barzanî, li ser sînora Tirkiye û İraqê biryara domandina şer da û bi Îranê re ket têkoşînê. Van pevçûnan de Îran paş ve dima. Barzanî bo Qazî Mihemed û Kurdên din ji zindanê derxîne amadekirî dikir. Lê mixabin ji ber bûyerek neyînî amadeyî betal bû. “Leşkerek ji Barzanîyan, wexta ji gundeki derbas dibe banga serokên eşîran Mamaşê dike ku çekên xwe teslîm bikin. Armanca wî banga asteng kirina êrîşa li dijî meşa Barzanîyan e. Kurekî Mam Hiseyn ferman da eşîra Mamaşê bo çekên xwe teslîm bikin. Birazyê Mam Hiseyn debançe yên xwe kişand û ji Barzanîyan yek bi xeletî femkir. Li ser vê yekê ji Barzanîyan leşkerek tivingê xwe berda û ji eşîra Mamaşê 11 kes hat kuştin. Yek ji wan jî ji eşîra Aşayîra birayê Elî Begê Îbrahîm bû. Tevgera Barzanîyan rûmetê xwe wenda kirin ji ber vê bûyer bû sedem ku eşîr dijminatiya Barzanîyan bikin.
Di sala 1947 roja dawîn a adarê, berdestê sibê saet 3an de, heman qad yên ku komar hatibû îlan kirin, li Qada Çuwarçira, 3 şervanên Kurd dîsa li vê qadê bûn; Qazî Mihemed, birayê wî Qazî Sedrî û pismamê wî Qazî Seyfî. Lê vê carê dîrok li ser vê qadê 14 meh şûnde têkçûna Komarê û dardekirina serokên wê dinivîsand.
Şewata Qada Çuwarçirayê Divê Pêşerojê Ronî Bike
Divê Hemû Kes Ji Mehabadê Dersa Xwe Bigire
Her salvegera Komara Mehabadê, ji ber toz û dumana Newrozê naye dîtin. Li ser vê axê de yên ku dora vê dozê civîya ne jî, cihê Çileya 1946a li ba wan tenê di nav kovarên çand û hunerê de rupelek e: “Yekem awaza operetê ji Mehabadê derketiye.” Ne tenê li Bakurê welat, li Rojhilatê jî damezrandina Komara Mehabadê û bûyerên li wir qewimîbû li ber çava nînbû. Ji ber ku bala xwe bidana van bûyeran dê mecbur bimana dersên sîyasî bo tevgerên xwe biderxistina û gavên xwe jî li gor van dersan biavêtina; lê ku van tişta bikin hebûna wan ê sîyasî dê pûç bibe. Wekî din divê dê erka Sovyetan jî bihata nirxandin, lê ev jî hêsanîyek ji destê wan bistenda; nirxandina bûyera ji ser kesa. Îro hêj pirsgirêka nirxandina xwe û dîroka xwe wek kevneşopek cih nebûye. Û bi rastî, ev tenê pirsgirêka vê erdnigarê nîne.
Îro yên ku pirsgirêkên bikaranîna zimanê zikmakî, bidestxistina mafên çandî derdixin pêş û biryara piştgiriyê komara demokratik dane; yên ku vî biryarê wek dest jê kişandina şer dibinin û yên ku dîroka têkoşîna Kurdistanê tenê ji ser PKK û bakurê dixwînin heman kes in. Mehabad girîng e. Çimkî di sala 1917an de, her çiqas kêmasîyên wê hebe jî, Şoreşa Cotmehê bi destê şoreşgerên ku Komuna Parîsê ji xwe re kiribûn nexş pêk hat. Yên ku bo doza rizgarbûna netew dixebitin jî divê pirsgirêkên xwe wek girtina mafên çandî nebînin; bi awayekî sîyasî nêzîk bibin û bizanibin ku vê pirsgirêka avabûna dewletek e. Û di dîroka Kurdan de yên ku gihîştiye asta herî bilind Komara Mehabadê ye.
Tu partiyek Kurdperwer nîne ku serpêhatiya Mehabadê ji xwe re kiribe rêber. PDK ji ser vê tevgerê bilind bûbe jî ji bûyerên dawîn fêm dikin ku tu têkilîyên wê û Mehabadê nîne. Divê Mehabad wek rênîşandar be da ku Kurd pêşkevin. Yên ku çareserîyê di mafên çandî de an jî di federasyonê de dibînin dê tu caran nakevin pêş. Erkên komunîstan tenê qalkirina vê dîrokê an jî aqildana der û dora nîne; divê di pêvajoyê damezrandina Mehabadê de nerîna Sovyetan jî bê nirxandin û rewşa enternasyonal di bandora vê pêvajoyê de çawa bû bê fêmkirin. Her wiha, berî Mehabadê, di bûyera Mistefa Suphîyan de Sovyet piştgirî dabû Mistefa Kemal. Komara Tirkiyeyê jî vê piştgirîyê hêz girt û ser Kurdan û Ermenîyan sîyasetek zordestî domand.
Lê ev jî bes nîne; komunîstên vî welatê divê şûna sûcdar kirina tevgera Kurd, barê sîyasetên dijî şer û tunneyîna enîyek nû bidin ser milên xwe. Heta ku van tiştan neyê bi cih kirin, ne gelê Kurd û ne jî gelên din wê ewle nebin. Ji bilî vê, sazkirina tevgerek vî rengî xizmeta diyarkirina cudahîyên navbera sîyaseta komunîst û burjûvayê deyne li ber çavan.
Bimre Şovenîzma Netewên Serdest!
Komunîstên Zanîngehan